Îranê daxwaza Iraqê bo derbazbûna keştiyên petrolê di Tengava Hurmizê re red kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Endameka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) aşkere dike ku Îranê daxwazeka fermî ya Hikûmeta Iraqê bo rêdana bi derbazbûna keştiyên petrolê yên Iraqî di Tengava Hurmiz re red kiriye, vê yekê jî nerazîbûna aliyên siyasî li pey xwe aniye.

Endameka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Wefa Mihemed îro (Sêşem, 28ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyeka taybet de bo kanala "Sumeria News" ragihand: “Îranê daxwaza Iraqê bo rêdana bi keştiyên petrolê yên Iraqî di Tengava Hurmizê ya stratîjîk re red kiriye.”

Wê endama PDKê diyar jî kir: "Iraq di dema dorpêçên aborî de wekî 'pişikên aboriya Îranê' bûye û hevkariyeka mezin a Tehranê kiriye, bi rengekî ku heta petrola Îranê bi belgeyên sexte yên Iraqî dihat frotin."

Wê herwiha got: "Niha aliyê Îranî ti hêsankariyê nake, berovajî wê, Tehran li ser wergirtina 12 milyar dolaran ji Iraqê li beranberî kirîna gaza Îranî rijd e, ku bi nirxekî duqat li ser Iraqê hatiye sepandin."

Wefa Mihemed tekez jî kir: “Nabe ew yek jî bê piştguhxistin ku di dema borî de çend caran berjewendiyên Iraqê di Tengava Hurmizê re ji aliyê dron û moşekên Îranî ve hatine armanckirin.