Serokwezîrê Iraqê gihîşt Tirkiyeyê û ji aliyê Erdogan ve hat pêşwazîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê, bi merema nîqaşkirina çend dosyayên giring ên wekî av, veberhênan û Projeya Rêya Pêşxistinê, bi serdaneka fermî gihîşt Enqereya paytexta Tirkiyeyê û ji aliyê Serokkomarê wî welatî ve hat pêşwazîkirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan îro (Sêşem, 28ê Tîrmeha 2026ê) li Enqereyê bi rengekê fermî pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî kir.

Ev serdana fermî ya şanda Iraqî di çarçoveya bizavên her du welatan de tê, bo bihêzkirina peywendiyên aborî, siyasî û ewlehiyê û dîtina çareseriyên guncayî bo wan dosyayên ku demeke dirêj e di navbera Bexda û Enqereyê de tên nîqaşkirin.

Serokwezîrê Iraqê jî di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê tora civakî ya 'X'ê girîngiya vê serdanê aşkere kir û ragehand: "Ev serdana me bo Komara Tirkiyeyê bi merema nîqaşkirina dosyayên veberhênanê, arêşeya avê, Projeya Rêya Pêşxistinê û bizavên peydakirina tenahiyê ye li deverê ye."

Zeydî herwiha diyar kir ku di hevdîtinan de, çend dosyayên din ên girîng ên aborî û ewlehiyê li ber ronahiya berjewendiyên hevpar ên her du gelên dost û cîran tên nirxandin.

Tê çaverêkirin ku di vê serdanê de, her du alî bi hûrgilî li ser parvekirina pişka ava rûbarên Dîcle û Firatê, parastina ewlehiya sînoran û herwiha pêngavên kiryarkî yên bicihanîna Projeya Stratejîk a Rêya Pêşxistinê (ku Kendavê bi Tirkiye û Ewropayê ve girê dide) rawestin.