Omanê bo arêşeya Tengava Hurmizê pêşniyareke nû pêşkêşî Îran û Amerîkayê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Omanê bi hevkarî û piştgiriya welatên Civata Hevkariya Kendavê pêşniyareka nû pêşkêşî Tehran û Waşintonê kiriye, ku rêyê dide Îranê baceka bi dilê xwe ji wan keştiyan werbigire yên ku di Tengava Hurmizê re derbaz dibin, ev jî ligel berdewamiya rawestandina bombebaranên asmanî yên Amerîkayê bo dana derfetê bi pêvajoya dîplomasiyê hevdem e.
Ajansa "Reuters"ê îro (Sêşem, 28ê Tîrmeha 2026ê) ji zarê çavkaniyeka Kendavî û dîplomatkarekî Rojavayî belav kir ku Omanê kariye piştgiriya welatên Kendavê bi dest bixe, bo projeyekê ku rêyê dide Îranê baceka bi dilê xwe ji wan geştiyên bazirganî werbigire yên ku di Tengava Hurmizê re derbaz dibin.
Ev pêşniyara Omanê wekî wê sîstemê ye ya ku di Tengava Melakayê de li Asyayê ji aliyê Endonezya, Malîzya û Sîngaporê ve tê bicihanîn, ku tê de xerciya dilxwazane ji keştiyan tê wergirtin, bo dabînkirina xerciyên çaksaziya keştîvaniyê, parastina jîngehê û pêvajoyên hewarçûnê. Li gorî çavkaniyan, Îranê heta niha bersivdana fermî bo vê pêşniyara Omanê nedaye.
Ji aliyê xwe ve, malpera "Axios"ê daye xuyakirin ku ev bizava nû ya navbeynkariyê di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandiye ku "danûstandineka baş" ligel Tehranê bi rê ve diçe, lê hevdem hişyarî da ku heke danûstandin bi ser nekevin, dê bombebaranên serbazî wekî berê dest pê bikin.
Trump ragihandibû ku, pêdivî ye jiyana 91 milyon welatiyên Îranî li ber çavan bê wergirtin, ku mimkin e bê kehrebe û pir bimînin, lê tekez jî kir ku heke Îran lihevkirinê neke, pir bi hêsanî dê bingehên nû yên atomî yên di bin "Çiyayê Pîkaksê" de wêran bikin.
Li aliyekê din jî, Bingeha "Xatemûl Enbiyayê" pêşniyara Trump bo dana qerebûya zirara keştiyan ji darayiyên blokkirî yên Îranê li Amerîkayê red kir, û hişyarî da ku rêyê bi derbazbûna ti keştiyeka wî welatî û wan kompaniyên nadin di Tengava Hurmizê re, ku vî rengê hevkarî û qerebûyan qebûl bikin.
Ev pêşveçûn di demekê de ne ku Donald Trump li Waşintonê ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dicive, ku tê de Netanyahu berê palderê destpêkirina vî şerî bûye lê paşê ji aliyê Trump ve hatiye neçarkirin ku êrîşên xwe yên li dijî Hizbullaha Libnanê rawestîne, da ku arêşeyê bo pêvajoya danûstandinan ligel Tehranê çê neke.
Rawestandina demkî ya êrîşên Amerîkayê jî bûye sedema daketina berçav a nirxê petrolê di bazarên cîhanî de û bihayê petrola Brent bo jêr 86 dolaran daketiye.