Asayîşê amara êrîşên dronî yên li ser Koye û Şarbajêrê belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragehand ku di dema 24 saetên borî de bi şeş dronan êrîşî ser deverên Koye û Şarbajêrê hatiye kirin û ti zirareka canî ji wan çê nebûye.

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 28ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de amara êrîşên dronî yên şev û rojên borî bo ser sînorê parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê belav kir.

Li gorî wê daxuyaniyê, duhî (Duşem, 27ê Tîrmeha 2026ê) di navbera saet 12:35 heta saet 14:00 ê paşnîvroyê, bi rêya pênc dronan êrîşî ser bajarokê Koyeyê û derdora wê hatiye kirin.

Asayîşê da zanîn jî ku serê sibeha îro Sêşemeyê saet 5:20, bi rêya droneka din êrîşî ser devera Şarbajêrê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirin.

Di dawiya daxuyaniya Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê de hatiye xuyakirin ku di encama wan êrîşan de, ti zirareka canî ya welatiyan çê nebûye.