Zeydî: Em bo avakirina hevpariyeke aborî ya bibandor ligel Tirkiyeyê bizavê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê û Serokkomarê Tirkiyeyê li ser rêkxistina civînên komîteya herdemî ya girêdayî dosyaya avê li hev kir, hevdem Enqereyê amadehiya xwe bo piştgirîkirina Iraqê di kerta balafirvaniyê de nîşan da.
Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan vê êvarê (Sêşem, 28ê Tîrmeha 2026ê) li Enqereya paytexta Tirkiyeyê civîneka berfireh li dar xist.
Nivîsingeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku Zeydî û Erdogan serperştiya danûstandinên hevpar û berfireh li Koçka Serokatiya Tirkiyeyê kirin.
Eşkere jî kir ku di wê civînê de, her du aliyan behsa awayê bicihanîna Projeya Stratejîk a Rêya Pêşxistinê kir, ligel dosyayên girêdayî kertên petrol, av, enerjî, ewlehî, bazirganî, veguhastin û perwerdeyê, bi merema bihêzkirina hevkariyê û pêşxistina projeyan di navbera her du welatan de.
Her li gorî wê daxuyaniyê, her du aliyan li ser rêkxistina civînên komîteya herdemî ya girêdayî dosyaya avê li hev kir, bi rengekî ku bo pêşxistina hevkariya dualî di vî warî de bibe alîkar.
Zeydî tekez kir ku Iraq û Tirkiye di warê cografî û şaristanî de hevpar in û Hikûmeta Iraqê bizavê dike ku hevkariyeka aborî ya bibandor ava bike. Navborî pêngavên welatê xwe bo berdewambûna li ser bicihanîna Projeya Rêya Pêşxistinê nîşan da û daxwaza Bexdayê bo pişkdariya kompaniyên Tirkî di projeyên veberhênanê yên li nav Iraqê de diyar kir.
Ji aliyê xwe ve jî, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan tekez li ser pêşxistina îradeya hevpar bo bihêzkirina hevkariyên navbera her du welatan kir û amadehiya welatê xwe bo piştgirîkirina Iraqê di kerta balafirvaniyê û bicihanîna Projeya Rêya Pêşxistinê de ragehand, tevî paldana kompaniyên Tirkî bo karkirin û veberhênanê di kertên cuda cuda yên pêşxistinê de li nav Iraqê.