Bexda û Enqereyê çend peyman û yadaştên hevfêmkirinê îmze kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokwezîrê Iraqê serperiştiya îmzekirina çend peyamn û yadaştên hevfêmkirinê kir û tekez li ser giringiya hevahengiyê bo dabînkirina ewlehî, tenahî û pêşxistina kerta aboriya deverê kir.

Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan îro (Sêşem, 28ê Tîrmeha 2026ê) li Enqereyê serperiştiya merasîma îmzekirina çend peyman û yadaştên hevfêmkirinê yên di navbera her du welatan de kir.

Paşê Serokkomarê Tirkiyeyê di konferanseka rojnamevanî ya hevpar de ligel Serokwezîrê Iraqê ragehand ku dever di rewşeka dijwar û hestiyar re derbaz dibe û got: "Dosyayên ewlehî û enerjiyê serpişka danûstandinên me yên ligel Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî bûn."

Erdogan tekez jî kir ku Serokwezîrê Iraqê di qonaxeka giring a dîrokî de serkêşiya Iraqê dike û diyar kir: "Em bo hevkariyê ligel Iraqê di kerta enerjiyê de amade ne û em pêxemetî dabînkirina tenahî û ewlehiyê li deverê di diyalogeka berdewam de ne."

Di derheqa dosyaya avê de, Serokkomarê Tirkiyeyê ron kir: "Em bizavê di,kin ku arêşeya avê ligel Iraqê bi rengekê aqilanî çareser bikin." Herwiha li ser kerta aborî jî got: "Projeya Rêya Pêşxistinê roj bi roj giringiyeka zêdetir tomar dike û Serokwezîrê Iraqê bi rengekê cidî kar bo biserxistin û temamkirina wê dike."

Serokwezîrê Iraqê jî ji aliyê xwe ve ragehand: "Em ligel Tirkiyeyê di warên cografya, enerjî û avê de hevpar in û peywendiyên navbera Iraq û Tirkiyeyê di paşerojê de dê zêdetir pêş bikevin."

Elî Zeydî tekez li ser destpêkirina pêngavên kiryarkî kir û got: "Em ji niha ve dest bi bicihanîna Projeya Rêya Pêşxistinê dikin."