Heşda Şeibî: Di encama êrîşan de 20 çekdarên me hatin kuştin û 32 jî birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Heşda Şeibî ragihand, di encama êrîşên asmanî yên hevbeş ên Amerîka û Siûdiyê de, herî kêm 20 çekdarên wan hatine kuştin û 32 çekdarên din jî birîndar bûne.

Heşda Şeibî îro 29ê Tîrmeha 2026an di daxuyaniyekê aşkere kir, firokeyên şer ên Amerîka û Siûdiyê baregehên wan ên li parêzgehên Bexda, Wasit, Neynewa, Besra, Kerkûk, Kerbela û Diyalayê bombebaran kirine. 

Heşda Şeibî destnîşan kir, ji bilî ziyanên canî, ziyanên pir mezin ê madî gihîştine binesaziya baregehan, otomobîl û amûrên wan ên leşkerî. Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: "Komîteyên me yên pispor li seranserî parêzgehan mijûlî nirxandin û amarkirina hemû ziyanên madî û manewî ne."

Di dawiya daxuyaniyê de, Heşda Şeibî tekez kir, ev amarên hatine ragihandin, tenê amarên destpêkê ne. Ji ber ku karên tîmên lêkolînê li cihên bombebaranê berdewam dikin, egera wê yekê heye ku di saetên bê de hejmara kuştî û birîndaran hîn zêdetir bibe.

Ev êrîşên hevbeş ên Washington û Riyadê, wekî bersivekê ji bo êrîşên mûşekî û dronî yên li ser berjewendiyên wan hatine kirin.