Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Tîrmeha 2026an, pêşwazî li Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Ebdulrehman Tirko kir. Di hevdîtinê de xurtkirina peywendiyên perwerdeyî û rewşa penaberên Sûriyeyê li Herêmê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her du aliyan tekezî li ser giringiya pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Sûriyeyê kirin, bi taybetî di warên perwerde û xwendina bilind de.

Wezîrê Perwerde yê Sûriyeyê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di salên giran ên şer de, mêvandariya bi sedhezaran penaberên Sûriyeyê kiriye û derfetên xwendinê ji bo zarokên wan dabîn kirine. Herwiha, amaje bi pêngavên hikûmeta xwe yên ji bo giringîpêdan bi xwendina bi zimanê Kurdî li Sûriyeyê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her cure hevkarî û hevahengiyekê bi hikûmeta Sûriyeyê re nîşan da. Serokwezîr tekez kir ku ew piştgiriya her pêngavekê dikin ku xizmeta pêşketina sîstema perwerdeyê û xurtkirina peywendiyên dualî bike.