Mihemed Helbûsî sibe serdana Hewlêrê dike û bi Serok Barzanî re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Teqedum û Serokê berê yê Perlemana Iraqê Mihemed Helbûsî sibe 30ê Tîrmeha 2026an, serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dike.

Ofîsa Mihemed Helbûsî ji Kurdistan24ê re ragihand, Helbûsî dê di çarçoveya serdana xwe de bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re bicive.

Di vê serdanê de, şandeyeke bilind hevrêtiya Helbûsî dike ku ji van kesan pêk tê: Serokê Frakksiyona Teqedum li Perlemana Iraqê Ehmed Mezher, Wezîrê Pîşesaziyê Mihemed Temîm û serkirdeyê Partiya Teqedum Xalid Betal.

Li gorî zanyariyan, di civînan de babetên wekî peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, proseya temamkirina kabîneya hikûmeta Iraqê û rewşa dawî ya sîyasî ya herêmê tên gotûbêjkirin.