Elî Zeydî ji ber rewşa ewlehiyê serdana xwe ya bo Siûdiyê hilweşand

Navenda Nûçeyan (K24) – Serdana fermî ya Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ya bo Erebistana Siûdiyê, ku biryar bû sibe Pêncşemê pêk bihata, ji ber alozî û geşedanên ewlehiyê yên dawî hat hilweşandin.

Li gorî zanyariyên medyayên Erebî, sedema sereke ya hilweşandina vê serdanê, êrîşên asmanî yên hevbeş ên Amerîka û Siûdiyê yên li ser Iraqê ne. Herwiha Serokwezîr Elî Zeydî ferman da ku Encûmena Wezarî ya Asayişa Nîştimanî bi awayekî lezgîn bicive, da ku rewşa metirsîdar a navçeyê binirxîne.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê îro 29ê Tîrmeha 2026an ragihand, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Zeydî ji bo gotûbêjkirina encamên bombebarana asmanî ya serê sibehê, bang li Encûmena Asayişa Niştimanî kiriye. Tê payîn ku piştî civînê daxuyaniyeke hûr derbarê hûrguliyên bûyeran û biryarên nû de were belavkirin.

Serê sibeha îro Çarşemê, firokeyên şer ên Amerîka û Siûdiyê di operasyoneke hevbeş de, baregeh û komgehan çekan a Haşda Şeibî li parêzgehên Besra, Amrîlî, Neynewa û Kerbelayê bombebaran kirin. Ev êrîş wekî bersivekê li ser êrîşên ku di di rojên borî de hat, ku ji axa Iraqê ve li kêlgehên petrolê yên Siûdiyê û bingehên Amerîkayê ve hatibûn kirin.

Desteya Haşda Şeibî ragihand, di êrîşa li ser Besrayê de 20 çekdarên wan hatine kuştin û 32 jî birîndar bûne. Heşda Şeibî ev êrîş wekî "binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê" û "metirsiyeke mezin li ser saziyên ewlehiyê" bi nav kir.