Hevpeymaniya Siyadeyê: Çekên neqanûnî ewlehiya Iraq û cîranan dixe metirsiyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Siyadeyê nîgeraniya xwe li beranberî nûtirîn pêşxistinên ewlehiyê yên Iraqê diyar kir û hişyarî li ser metirsiyên çekên derveyî kontrola dewletê û komên çekdar da, ku dibin sedema têkdana tenahiya Iraqê û welatên cîran.
Hevpeymaniya Siyadeyê îro (Çarşem, 29ê Tîrmeha 2026ê) bi serokatiya Sermed El-Xencer daxuyaniyek di derheqa rewşa ewlehiyê ya Iraqê de belav kir û ragehand: "Em bi hûrbînî çavdêriya nûtirîn pêşveçûnên ewlehiyê dikin û careka din tekezê li ser hişyariyên xwe yên berdewam dikin, li ser metirsiyên çekên li derveyî kontrola dewletê û wan mîlîşên çekdar ku êrîşên wan Iraqê û welatên cîran dikin armanc."
Hevpeymaniya Siyadeyê amaje bi wê yekê jî kir ku berdewambûna van reftaran Iraqê rûbirûyî metirsiyeka mezin dike û dikişîne nav qada yekalîkirina nakokiyên deverê, ev yek jî bi rengekê rasterast canê welatiyan û jêrxaneya Iraqê dixe ber metirsiyê û zirarê digihîne peywendiyên Iraqê yên ligel welatên Erebî û cîranan.
Di pişkeka din a wê daxuyaniyê de hatiye: "Bûyerên dawiyê pêdivîtiya helwesteka nîştimanî ya berpirsyarane diselmînin, ku berjewendiya Iraqê bixe ser her berjewendiyeka din. Pêdivî ye pêngavên kiryarkî û cidî bên avêtin, bo sînordarkirina çekan di destê dewletê de û rêgirtina li wê yekê ku axa Iraqê bibe cihê êrîşkirina li ser welatên cîran."
Hevpeymaniya Siyadeyê li dawiyê jî daxwaz ji hikûmetê û hemî hêzên siyasî kir ku berpirsiyariyên xwe yên nîştimanî û destûrî hilbigirin û qanûnê bêyî cudahî li ser her kesekî bi cih bînin, bi armanca parastina rûmeta dewletê û serweriya axa wê, herwiha bo bihêzkirina peywendiyên herêmî û parastina berjewendiyên gelê Iraqê ji siyaseta sepandina rastiya heyî.