Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê êrîşên Amerîka û Siûdiyê şermezar kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê bi serokatiya Elî Falih Zeydî civîneka bilez li dar xist û tê de êrîşên asmanî yên Amerîka û Siûdiyê bo ser axa Iraqê şermezar kirin, hevdem tekez li ser vekişiyana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di dawiya meha Îlona 2026ê de kir.
Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê îro (Çarşem, 29ê Tîrmeha 2026ê) bi serokatiya Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Falih Zeydî civiya. Li gorî daxuyaniya dawiyê ya wê civînê, encûmenê ew êrîşên asmanî şermezar kirin ên ku serê sibeha îro ji aliyê balafirên şer ên Amerîka û Siûdiyê ve li ser axa Iraqê hatine kirin û di encamê de hejmareka kuştî û birîndaran jê peyda bû.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku, Hikûmeta Iraqê ligel aliyên peywendîdar di peywendiyê de bûye, bo lêkolînkirina li ser wan tohmetên ku Siûdî û Amerîkayê li ser armanckirina axa Siûdiyê arasteyî Iraqê kirine, lê ev êrîş di demekê da hatiye kirin ku çaverênekirî bû. Ji ber vê yekê jî, encûmenê biryar da ku planeka ewlehiyê ya tund bo parastina serweriya axê û kontrolkirina sînoran deyne, daku rê li wê yekê bê girtin ku axa Iraqê bibe çavkaniya gefan bo ser welatên cîran.
Herwiha di wê daxuyaniyê de hatiye ku Wezareta Derve ya Iraqê hatiye raspardin ku bi rêya Neteweyên Yekbûyî û qanûnên navdewletî giliyê tomar bike û tevahiya belgeyan bo parastina mafên rewa yên Iraqê pêşkêş bike. Encûmena Ewlehiya Neteweyî tekez kir ku tenê hikûmet û saziyên destûrî ji reftarkirina ligel her êrîş û destdirêjiyekê berpirsiyar in û rê bi ti aliyekî din nayê dan ku desttêwerdanê bike.
Mijareka din a wê civînê pirsa vekişiyana hêzên navdewletî bû. Encûmena Ewlehiya Neteweyî tekez kir ku ew pabendî bicihanîna lihevkirina ewlehiyê ya girêdayî vekişiyana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di dawiya meha Îlona sala 2026ê de ne. Herwiha tekez li ser temamkirina plana sînordarkirina çekan di destê dewletê de hat kirin.
Di dawiya wê daxuyaniyê de, Hikûmeta Iraqê pabendbûna xwe bi çespandina aştî û tenahiyê li deverê diyar kir û ragehand ku dixwaze Iraqê ji duberekiyên herêmî dûr bixe û peywendiyên wê li ser bingeha rêzgirtin û dîplomasiyê bin. Herwiha daxwaz ji hemî aliyan hat kir ku xwe rabgirin û nebin sedema zêdetir alozkirina rewşa deverê.