Seraya Ewliya Dem daxwaza derxistina Balyozê Siûdiyê li Iraqê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê serbazî yê koma çekdar a “Seraya Ewliya Dem”ê li Iraqê ragehand ku bo bersivdana êrîşên serbazî yên Amerîka û Siûdiyê, ew li benda helwesta fermî ya Bexdayê ne. Herwiha daxwaza derxistina bilez a Balyozê Siûdiyê ji Iraqê û hilweşandina serdana Serokwezîr bo Siûdiyê kir.
Berdevkê Serbazî yê “Seraya Ewliya Dem”ê Ebû Mehdî Ceferî îro (Çarşem, 29ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de êrîşên vê dawiyê yên Amerîka û Siûdiyê li deverê bi tundî şermezar kirin û rexne li helwesta Hikûmeta Iraqê girt.
Ceferî ragehand ku Iraq bi lojîka peymanên bazirganî yan berjewendiyên aborî bi rê ve naçe û daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir ku bi tevahî pêdaçûnê di hemî wan peyman û lihevkirinan de bike yên ku vê dawiyê ligel Amerîkayê hatine îmzekirin, hevdem ligel hilweşandina geşta fermî ya Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bo Siûdiyê.
Berdevkê serbazî yê koma navborî tekez kir ku hêzên wan bo bersivdana serbazî ya êrîşên Amerîka û Siûdiyê hêj li benda helwesteka fermî ya Hikûmeta Iraqê ne, ku paralel û di asta mezinahiya pêşhatiyan de be. Herwiha daxwaz dike ku demildest Balyozê Siûdiyê li Iraqê bê derxistin û peywendiyên dîplomatîk û aborî ligel Siûdiyê bên qutkirin.
Ceferî di peyama xwe de hişyariyeka tund da ku heke Hikûmeta Iraqê di bicihanîna erkên xwe yên nîştimanî de xav û sist be, hingê li ser gelê Iraqê pêdivî ye daxwaz bikin ku hemî çekên bin kontrola hikûmetê radestî hêzên eniya miqawemeyê bên kirin.
Fermandeyiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) û Wezareta Berevaniyê ya Siûdiyê serê sibeha îro ragehandibû ku hejmareka êrîşên asmanî yên hevahengkirî kirine ser çend cihên lojîstîkî û embarên çekan ên komên çekdar ên li nav Heşda Şeibî. Ew êrîş li ser parêzgehên Bexda, Wasit, Neynewa, Besra û Kerkûkê hatine kirin.
Li gorî daxuyaniya herdu welatan, ev êrîş "bersiveka rasterast û yekalîker" e bo zêdebûna êrîşên ku ji sînoran binpê dikin, bi taybetî jî piştî ku di sê rojên borî de zêdetirî 30 dronan arasteyî dezgehên petrol û enerjiyê li deverê û bingehên Amerîkayê hatine kirin.