Artêşa Urdinê: Me 5 mûşekên Îranê şikandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Urdinê ragihand, wan 5 mûşekên Îranê pûç kirine. Hevdem, Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî li hundirê axa Îranê li gelek baregehên Pasdarên Îranê da.

Artêşa Urdinê bi daxuyaniyekê aşkere kir, sîstema wan a parastina asmanî, îro 30î Tîrmehê rûbirûyî 5 mûşekan bûye ku ji aliyê Îranê ve hatibûn avêtin. Berdevkê hêzên çekdar ên Urdinê diyar kir, hêzên wan mûşek li asman û ew berî ku bigihêjin armanca xwe pûç kirin. 

Herwiha di daxuyaniyên de hat ragihandin ku di encama vê rûbirûbûnê de ti ziyanên canî çênebûne.

Ji aliyê din ve, CENTCOMê ragihand, wan pêleke giran a êrişên asmanî li dijî çendîn armancên li hundirê axa Îranê pêk aniye. CENTCOMê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, hêzên wan ev operasyon bi serkeftî bidawî kirine û ev wek bersiveke rasterast e bo wan êrişên mûşekî ku beriya niha hêzên Amerîkayê kiribûn armanc.

Di daxuyaniyê de hat aşkere kirin, firokeyên Amerîkayê li hundirê Îranê bi dehan baregehên ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve bombebaran kirine. Diyar kir jî, di nav wan armancan de, navendên fermandariya serbazî û cihên stratejîk hebûn.