Keşeyê Dêra Kurdî-Încîlî ya Beyrûtê li Efrînê hat girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Dêra Kurdî-Încîlî ya li Beyrûtê Keşe Nîhad Hesen, dema vedigeriya bajarê xwe Efrînê, ji aliyê desthilatdarên herêmê ve hat binçavkirin.
Dêra Kurdî ya li Libnanê bi daxuyaniyekê ragihand, Keşê Nîhad Hesen beriya 10 rojan dema ku ji Libnanê vedigeriya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, hatiye girtin.
Li gorî agahiyên ku parêzerê wî piştrast kirine, Nîhad Hesen niha di Girtîgeha Navendî ya Sivîl a Efrînê de tê girtin. Dosya wî ji bo dadgehkirinê ji rayedarên dadwerî yên li Helebê re hatiye şandin.
Li gorî zanyariyan, sedema girtina wî, hinek parvekirinên li ser torên civakî ne.
Nîhad Hesen xelkê gundê Gorda yê Efrînê ye. Ew ji sala 2008an ve derbasî Ola Mesîhiyê (Dêra Încîlî) bûye. Ew di nav civakê de wek kesekî xêrxwaz tê naskirin; wî di salên şerê Sûriyeyê de alîkariyên mezin a mirovî û manevî gihandine penaberên Sûrî yên li Libnanê û kesên hewcedar ên li hundirê Sûriyeyê.
Dêra Kurdî di daxuyaniya xwe de her wiha bal kişand ser hinek nûçeyên ku li ser medyaya civakî belav bûne û diyar kir ku nûçeyên derbarê girtina hevjîna Keşê Nîhad Hesen de ne rast in û tenê Keşe hatiye girtin.
Dêra Kurdî daxwaz dike ku Keşê Nîhad Hesen serbest were berdan û ev rewşa neyasayî bidawî bibe.