Li Riwansera Rojhilatê Kurdistanê kurseke zimanê kurdî hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Riwanserê yê parêzgeha Kirmaşanê, bi armanca hînkirina zimanê dayikê, cara yekem e kurseke hînkirina zimanê kurdî hat vekirin.

Li bajarê Riwanserê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi destpêşxeriya Fêrgeha "Nigînî Hewraman", kurseke hînkirina zimanê kurdî (bi zaravayê Soranî) ji bo zarok û ciwanan hat vekirin. Ev kurs li herêmê wek pêngaveke girîng a parastina nasname û çanda kurdî tê dîtin.

Mamosteya zimanê kurdî Evîn Zîba Husên balê dikişîne ser girîngiya fêrbûna zimanê dayikê û diyar dike ku zarok beriya ku li dibistanên fermî bi zimanên din dest bi xwendinê bikin, divê bi tîp û rêzimana zimanê xwe yê resen nas bibin.

Di kursê de pirtûka "Yekem Hawrêkan", ji bo hînkirinê tê bikaranîn. Ev pirtûk alîkariya zarokan dike ku bi awayekî sîstematîk fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bibin.

Zarok di vê qonaxê de fêrî tîp û rênivîsa zimanê kurdî dibin. Ew bi cudahiyên di navbera zimanê dayikê û zimanê farsî yê ku li dibistanan bi neçarî hîn bûne de, nas dikin.

Kursê ji her du astên zarok û mezinan xwendekar qebûl kirine û ji bo her koma temenî waneyên taybet amade kirine. Rêveberên kursê diyar dikin ku ew ê hewl bidin di astên cuda yên rênivîs û rêzimanê de, ji bo hemû temenên cuda kursên zêdetir vekin.