Bi biryara serokwezîr, mûçeyê xanenişîniyê yê karkerên sektora taybet zêde bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kiwêstan Mihemed îro 30ê Tîrmeha 2026an ragihand, mûçeyê xanenişîniyê yê karkerên sektora taybet bi mûçeyê sektora giştî re hat yeksankirin.
Encûmena Wezîran biryareke fermî derxist ku li gorî wê, êdî kêmtirîn mûçeyê xanenişîniyê yê karkerên di sektora taybet de dixebitin, nabe ji 500 hezar dînarî kêmtir be. Armanca vê biryarê ew e ku di mafên xanenîşîniyê de cudahî di navbera karkerên sektora giştî û taybet de nemîne.
Ev biryar li ser bingeha fermaneke Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya di 24ê Hezîrana 2026an de hat amadekirin. Di civîna Encûmena Wezîran a bi hejmar171 de, endaman bi yekdengî pêşniyara Wezareta Kar û Karûbarên Civakî pejirand. Li gorî biryarê:
- Kêmtirîn mûçeyê xanenişînên sektora taybet bû 500 hezar dînar.
- Wezareta Kar û Wezareta Darayî hatin raspardin ku rênimayên pêwîst ji bo hêsankirina cîbicîkirina vê biryarê derxînin.
- Biryar dê di rojnameya fermî ya "Weqayiî Kurdistan" de were weşandin û bi awayekî pratîkî dest pê bike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev biryar li ser bingeha Yasaya Encûmena Wezîran (Hejmar 3 ya sala 1992an) û ji bo cîbicîkirina Yasaya Xanenîşîniya Yekgirtî (Hejmar 9 ya sala 2014an) derxistiye. Bi vê pêngavê, karkerên sektora taybet ku berê li gorî yasaya sala 1971an mûçe werdigirtin, êdî mîna karmendên dewletê dê kêmtirîn 500 hezar dînarî werbigirin.