Supasalarê Heşda Şeibî red dike ku çekan radestî dewletê bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Supasalarê Heşda Şeibî Ebdulezîz Mehemedawî, ku wekî "Ebû Fedek" tê naskirin, di vîdyoyekê de ragihand, ew ê bi ti awayî çekên xwe radestî dewletê nekin.
Ebû Fedek îro 30î Tîrmehê di merasîma veşartina hinek çekdarên Heşda Şeibî de, ku di êrişên Amerîka û Siûdiyeyê de hatibûn kuştin, welatiyekî jê pirsî "Gelo hûn ê çekan bidin dewletê?", Ebû Fedek bi tundî bersiv da û got: "Kî dikare wan çekan ji me werbigire? Ma mêrekî wiha heye ku bikare çekan ji me bistîne?"
Ev daxuyaniya Ebû Fedek piştî wê yekê hat, duh baregehên Heşda Şeibî bûn armanca êrişên asmanî yên hevbeş ên Amerîka û Siûdiyeyê. Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, firokeyên wan li rojhilatê Iraqê li çendîn depo û navendên lojîstîk ên Heşda Şeibî xistine. Di encama wan êrişan de 20 çekdar hatin kuştin û 32 çekdarên din jî birîndar bûn.
Amerîka ji bo çekdarkirina milîsan û hilweşandina komên çekdar zexteke mezin li hikûmeta Iraqê dike. Heya niha sê komên mezin ên wekî "Seraya Selam, Ketaîb Îmam Elî û Rêxistina Bedir" çekên xwe radestî dewletê kirine. Lê belê, Ebû Fedek û hinek komên din ên nêzîkî Îranê vê biryarê red dikin û dibêjin ew ê çekên xwe biparêzin.