Li Hewlêrê 4emîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 4emîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê (KEF 2026) bi diruşma "Perwerdehiya Hevçerx, Jêhatîbûn û Kalîte" lidar xist. Di roja yekem de, platforma dîjîtal a "Qutabxaneya Min" wekî pêngaveke nû ya nûjenkirina perwerdeyê hat nasandin.

4emîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê îro 30ê Tîrmeha 2026an bi beşdariya berpirsên hikûmî, nûnerên rêxistinên navneteweyî, serokên zanîngehan û pisporên biyanî dest pê kir.

Wezîrê Perwerdeyê Alan Hama Seîd di gotara vekirinê de, platforma dîjîtal a bi navê "Qutabxaneya Min" ragihand. Ev platform ku destpêşxeriyeke Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye, armanc dike ku sîstema xwendinê dîjîtal bike. Wezîr diyar kir ku amadekariyên platformê yên ji bo qonaxa bingehîn bidawî bûne û ji bo sala nû ya xwendinê amade ye; niha jî kar li ser polên 10, 11 û 12an berdewam dikin.

Di roja yekem a Korbendê de, bi beşdariya şêwirmendên Encûmena Wezîran û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî paneleke taybet li ser hişyariya jîngehê birêve çû. Her wiha Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Tirko beşdar bû û bal kişand ser kalîteya perwerdeyê û zehmetiyên li pêşiya vê kertê li welatê xwe.

Tê çaverêkirin ku pisporên rêxistinên UNICEF, UNESCO û lêkolînerên Zanîngeha Şahane ya Londonê ligel serokên zanîngehên Herêma Kurdistanê, li ser jêhatîbûna mamosteyan û nûbûnên di perwerdeyê de gotûbêjan bikin. Enstîtuya Kurdistanê ya bo Nûjeniyê (KII) jî dê di paneleke cuda de guhertinên bingehîn ên di navendên xwendinê de binirxîne.

Korbend dê du rojan berdewam bike. Sibe jî dê babetên wek akredîtasyon, dabînkirina kalîteyê û guncandina sîstema perwerdeyê bi daxwazên bazara kar re werin gotûbêjkirin. Di vê çarçoveyê de şêwirmendên ji Îmaratê dê ezmûnên xwe veguhêzin Herêma Kurdistanê. Korbend dê êvariya roja înê bi daxuyaniya dawî ya Wezîrê Perwerdeyê bidawî bibe.