Mesrûr Barzanî û Helbûsî tekezî li parastina sîstema federal û mafên destûrî dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokê Partiya Teqedum Mihemed Helbûsî kir. Di hevdîtinê de her du aliyan giringiya hevkariya hêzên siyasî ji bo rûbirûbûna astengiyan û parastina bingehên demokrasiyê li Iraqê gotûbêj kirin.
Nivîsgeha Serokwezîr ragihand; Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), îro 30ê Tîrmeha 2026an pêşwazî li Serokê Partiya Teqedum Mihemed Helbûsî û şanda pê re kir.
Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina pêwendî, hevkarî û hevahengiya hêz û aliyên siyasî yên Iraqê kirin da ku bikarin bi awayekî xurtir rûbirûyî kêşe, asteng û zehmetiyên cuda bibin.
Her du alî hevnêrîn bûn ku parastina sîstema demokratîk û federal a Iraqê giring e. Herwiha piştgiriya xwe ji bo hikûmeta federal nîşan da, ji bo ku mafên destûrî yên hemû pêkhateyan werin parastin û xizmeteke dadperwerane û bêyî cudahî bigihîje hemû welatiyên Iraqê.