Pasdarên Îranê: Me li Urdinê 3 balafirên şer ên Amerîkayê êxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Pasdaran a Îranê ragehand ku di êrîşeka moşekî de bo ser bingeha esmanî ya Ezreqê li welatê Urdinê, wan kariye 3 balafirên şer ên Amerîkayê yên F-35 bi tevahî wêran bike. Li aliyê din jî, artêşa Urdinê ev îdîa red kir û ragehand ku ti zirarên canî û madî çê nebûne.

Artêşa Pasdaran a Îranê îro (Pêncşem, 30ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de, ku arasteyî gelê Urdinê kiriye, ragehand: "Wekî bersivekê bo destdirêjiyên Amerîkayê û bo alîkarîkirina we di rizgarkirina Urdinê ji dagirkeriya Amerîkayê de, me bingeha 'Ezreq'ê kir armanc." Di wê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku hevahengî û helwestên serkirdeyên Urdinê dorpêça li ser dijmin tundtir kiriye.

Li gorî ragehandina Îranê, wê êrîşê sekoya cîgirbûnê û hola çakkirinê ya balafirên şer ên Amerîkayê li bingeha esmanî ya Ezreqê kirine armanc. Artêşa Pasdaran îdîa dike ku di encama wê êrîşê de 3 balafirên şer ên pêşkeftî yên F-35 bi tevahî wêran bûne û 3 balafirên din jî zirarên mezin dîtine, xeynî kuştina hejmareka efser û tîmên teknîkî û endazyarî yên artêşa Amerîkayê.

Di pişkeka din a daxuyaniya Îranê de hatiye: "Devera me ne cihê artêşekê ye ku zarokan dikuje û bi hovîtî malbatên bêguneh di nîvê şevê de dike armanc." Artêşa Pasdaran tekez jî kiriye ku xebat û rûbirûbûna wan dê berdewam be, heta derxistina dawî serbazê Amerîkayê ji nav axên îslamî.

Li beranberî vê yekê jî, artêşa Urdinê di daxuyaniyekê de ragehand ku sîstema berevaniyê ya welatê wan kariye bersiva 5 moşekan bide, ku ji aliyê Îranê ve ber bi axa Urdinê ve hatibûn avêtin, lê tu zirarên madî û canî jê çê nebûne.

Ev ragehandina Artêşa Pasdaran a Îranê di demekê de ye ku Berdevka Wezareta Derve ya Pakistanê ragehand; her du aliyên Amerîkayî û Îranî heta niha di danûstandinan de berdewam in, bi navê kêmkirin û bidawîanîna aloziyên navbera wan, bi taybetî jî li Tengava Hurmizê.

Ev jî piştî wê yekê tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragehandibû ku ew dê bi tundî êrîşî ser Îranê bikin û waneyekê bidin wan, ku tu caran ji bîr nekin. Li beranberî vê yekê jî Fermandarê Artêşa Îranê ragehand ku hêzên çekdar ên Îranê heta bêhna dawiyê dê berevaniyê ji ax û gelê welatê xwe bikin.