Ji ber teqînekê li Haciyawa sê kesan canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li nahiyeya Haciyawa ya girêdayî Îdarediya Serbixwe ya Raperînê ve, di encama teqînekê de di nav xaniyekî de, 3 kesan canê xwe ji dest da û kesekî din jî birîndar bû, herwiha çarenivîsa kesekî din jî heta niha nediyar e.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Raperînê Aras Emîn îro (Pêncşem, 30ê Tîrmeha 2026ê) got ku ji ber hêza teqînê zirareka pir mezin gihîştiye wî xanîyî û agir derbaz bûye nav avahiyê. Li gorî zanyarên destpêkê yên tenduristiyê, 3 kesan di cih de canê xwe ji dest daye, kesekî din jî birîndar bûye, ku tîmên hawarçûnê ew gihandiye nexweşxaneyê, û kesek jî jî hîn ne diyar e.

Heta niha saziyên peywendîdar û aliyên ewlehiyê tu zanyarên fermî di derheqa sedema derketina vê teqînê de eşkere nekirine û lêkolîn li ser bûyerê berdewam in.

Ev bûyer di demekê de ye ku li roja Înê, 24ê Tîrmeha 2026ê, jî li gundê Dêrê yê girêdayî nahiyeya Serkepkanê li qezaya Ranyeyê, botlekê gazê di nav malekê de teqiyabû.

Li gorî ragehandina Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Raperînê, di wê rûdanê de zarokekî sê salî canê xwe ji dest dabû û 5 endamên din ên eynî malbatê jî birîndar bûbûn.