Di salvegera jenosîda Barzaniyan de; Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan daxwaza qerebûkirinê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di salvegera 43ê ya komkujiya Barzaniyan de, daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike ku berpirsyariya xwe ya qanûnî di qerebûkirina kesûkarên qurbaniyan de hilbigire û tekeziyê li ser berdewamiya bizavan ji bo vegerandina rûfatên qurbaniyan dike.

Di deqa wê ragihandinê de hatiye: Berî 43 salan, di berbanga roja 31ê Tîrmeha 1983ê de, rejîma Beisê ya faşîst û desthilata wê demê ya Iraqê, bi planeka bernamekirî pêla girtina berfireh a Barzaniyan li komelgehên Quştepe, Herîr, Behrik û Diyanayê dest pê kir; ku di encamê de zêdetirî heşt hezar kur û mêrên Barzanî di navbera jiyê 15 heta 90 salî de ji bo biyabanên başûrê Iraqê revandin û di gorên bikom de zindî binax kirin û komkuj kirin.

Li gorî wan pîver û qanûnên ku Neteweyên Yekbûyî yên girêdayî jenosîda, ku di roja 9ê Berçileya 1948ê de pejirandina û di 12ê Çileya 1951ê de ketine warê bicihanînê, komkujiya Barzaniyan tawanek e li dijî mirovahiyê û dikeve bin xana tawana jenosîdê. Her vê yekê jî wisa kiriye ku di 3ê Gulana 2011ê de, ligel tawanên din ên wekî koçberkirina bi darê zorê ya Kurdên Feylî û heşt qonaxên Enfalê û kîmyabarankirina Helebceyê, tawana kuştin û windakirina Barzaniyan jî ji aliyê Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê ve wek tawana jenosîdê bê naskirin.

Lê mixabin heta niha dewleta Iraqê berpirsyariya xwe ya qanûnî û exlaqî li hember vê tawanê hilnegirtiye, ne daxwaza lêborînê ji kesûkarên qurbaniyan kiriye û ne jî pêngavên kiryarkî yên pêdivî ji bo qerebûkirina kesûkarên qurbaniyên Enfal û Barzaniyan avêtine.

Hêjayî gotinê ye, ji koma wan 8000 Barzaniyan ku di biyabanên Erer û Semawayê yên başûrê Iraqê (nêzîkî sînorê Erebistanê) hatine komkujkirin, di sala 2005ê de 503 rûfat ji aliyê Wezareta Mafên Mirovan a Iraqê ve, di sala 2014ê de 93 rûfat ji aliyê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ve û di 31ê Tîrmeha 2022ê de jî 100 rûfatên din, bi alîkarî û hevahengiya aliyên peywendîdar ên Iraqê û Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan, bi rûmet û rêzgirtin bo axa pîroz a Kurdistanê hatin vegerandin û li devera Barzan û li goristana monûmenta Barzaniyanên jenosîdkirî hatin binaxkirin.

Di vê roja xembar de, Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan şînê dike û serê rêzê bo kesûkarên şehîdan ditewîne, û li ser bizavên xwe ji bo qerebûkirina kesûkarên qurbaniyan û lêgerîn û vekirina goran û vegerandina rûfatên ezîzan bo warê bav û kalên wan berdewam dibe.