PWK: Bersiva herî mezin a li dijî Enfalê pêkanîna tifaqa neteweyî ye
Diyarbekir (K24) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyeke nivîskî di salvegera Enfala Barzaniyan de 8000 şehîdên Enfala Barzaniyan bi bîr anîn, û hat diyarkirin ku ev karesata mezin tu carî nayê jibîrkirin.
Bi boneya salvegera Enfala Barzaniyan, Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û tê de şehîdên Enfala Barzaniyan bi bîr anîn.
Daxuyaniya PWKê wiha ye: “Di roja 31ê Tîrmeha 1983an de li dijî Barzaniyan Enfal hate lidarxistin. 8 hezar mêrên Barzaniyan ku jiyê wan ji 7 salî heta 85 salî bûn, ji aliyê rejîma Sedam ve ji herêma Barzanê hatin derxistin û anîn herêma Quştepeyê ku bi ser parêzgeha Hewlêrê ve ye û li kampên Quds û Qadîsiyeyê hatin hebskirin. Mêrên Barzaniyan bi rojan bê av û bê nan di nav van kampan de hiştin û di encama eziyeteke mezin de hatin windakirin. Çi bi serê van mirovan de hat, heta îro jî bi temamî nayê zanîn.
Di ser vê jenosîdê re 43 sal derbas bûne, lê hîn jî tu agahî ji piraniya van 8 hezar kesan nîne. Ev mirov hatin îmhakirin û bi tevahî hatin binaxkirin. Cenazeyên pir kêm kesan ji wan vê dawiyê hatine dîtin.
Em di 43yemîn salvegera Enfala 8000 Barzaniyan de, şehîdên Enfala Barzaniyan û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Hemû qesas û berpirsên Enfala Barzaniyan careke din rûreş dikin.
Em dibêjin, îro bersiva herî mezin û bibandor a li dijî Enfala Barzaniyan ew e ku, hemû aliyên Başûrê Kurdistanê hikûmeteke hevpar ava bikin, tifaqa xwe ya neteweyî û niştimanî pêk bînin; û hemû kurdên cîhanê li destkeftiyên federal ên Herêma Kurdistanê xwedî derkevin, wan biparêzin û pêş bixin.”