Îran: Eger êrîş bê kirin em ê li binesaziya enerjiya Amerîkayê ya li navçeyê bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî bilind ê ewlehiyê yê Îranê ragihand, li dijî her cûre "pêngaveke dînane" ya Amerîkayê, wan planeke berfireh amade kiriye û ew ê binesaziya enerjiya herêmê bikin armanc.

Ajansa Tasnim a Îranê, ji zarê berpirsekî bilind ê ewlehiyê ve eşkere kir, armancgirtina binesaziya Îranê wekî "pêngaveke dînane" binav kir. Herwiha tekez kir ku Tehranê ji bo bersivdayînê planeke berfireh amade kiriye ku armancgirtina navendên giring ên Îsraîlê û binesaziya enerjiya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn li xwe digire. 

Ev hişyariya Îranê di demekê de tê, Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa "lêdaneke pir bihêz" li Îranê xwaribû. Medyaya Amerîkayê ragihand ku Trump di dawiya vê hefteyê de plan dike ku êrişî binesaziya enerjiya Îranê bike, da ku Tehranê neçarî xweradestkirinê bike.

Kanala CBS News diyar kir, Amerîka û Îsraîl gotûbêjan li ser êrişeke hevbeş a li dijî navendên enerjiyê yên Îranê dikin. Tê çaverêkirin ku di vê êrişa gengaz de, bi taybetî parzûngehên petrolê û westgehên elektirîkê werin bombebarankirin.

Ji aliyê din ve, rojnameya New York Post ji zarê berpirsekî Amerîkî ve ragihand, tevî van gefan, Trump hîn jî dixwaze bigihîje rêkeftinekê. Lê belê wî berpirsê Îranî hişyarî da û got: "Berdewamiya êrişên Îranê dê baca wan ya giran hebe."