Artêşa Kuweytê: Me dronên Îranê şikandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokerkaniya Giştî ya Artêşa Kuweytê ragihand, sîstemên wan ên parastina asmanî rûbirûyî êrişeke dronên Îranê bûne û ew li asmanan têk birine.

Serokerkaniya Giştî ya Artêşa Kuweytê îro 1ê Tebaxa 2026an bi daxuyaniyeke ragihand, ew dengên teqînan ên ku li hinek navçeyên Kuweytê hatine bihîstin, encama têkbirina dronên Îranê ne. 

Di daxuyaniyê de hat tekez kirin, hêzên çekdar ên Kuweytê ji bo rûbirûbûna her cûre gefên "welatên neyar" di amadebaşiyê de ne û parastina asmanê welat berdewam dikin.

Serokerkaniya Kuweytê daxwaz ji welatiyan kir ku ji bo ewlehiya xwe, pabendî rênimayên saziyên fermî bin û dûrî propaganda û nûçeyên bêbingeh bisekinin.

Hevdem ligel daxuyaniya Kuweytê, ajansa Îranê "Tasnim" jî ragihand, li Kuweytê dengê teqînên mezin hatiye bihîstin.