Koreya Bakur: NATO xwe ji bo şer amade dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa nûçeyan a fermî ya Koreya Bakur ragihand, plana NATOyê ya ji bo nûkirin û berfirehkirina binesaziya sotemeniyê, nîşaneya amadekariyên hevpeymaniyê ya ji bo şerekî nû û zêdekirina şiyana êrîşkirinê ye.

Li gorî agahiyên ku ajansê parve kirine, projeya ku ji aliyê NATOyê ve hatî pesendkirin, nûkirina toreke boriyên sotemeniyê ya bi dirêjahiya 10 hezar kîlometreyan li xwe digire. Ev tor ku dîroka wê vedigere serdema "Şerê Sar", dê bi temamî bê nûjenkirin. Tê payîn ku ev xet welatên nû yên endamên NATOyê yên li Rojhilat û Bakurê Ewropayê jî li xwe bigire. Her wiha di çarçoveya projeyê de dê xetên nû, depoyên sotemeniyê yên stratejîk û navendên nûjen werin avakirin.

Tevî ku di navbera welatên endamên NATOyê de li ser lêçûnên giran ên vê projeyê nakokî hene jî, hevpeymaniyê ev plan wekî "pêşengiyeke stratejîk" pênase kiriye. Armanca sereke ya vê pêngavê ew e ku yedekeke mezin a sotemeniyê were avakirin, da ku hevpeymanî karibe di demên şer de di qada şer de demeke dirêj bimîne û operasyonên xwe bi rêve bibe.

Ji aliyekî din ve, raporta ajansê balê dikişîne ser hewildanên NATOyê yên ji bo berfirehkirina bandora xwe li herêma Asya û Okyanûsa Pasîfîkê. Tê diyarkirin ku NATO bi rêya bihêzkirina têkiliyên xwe bi hevkarên Amerîkayê re û encamdana manowrayên leşkerî li nêzî nîvgirava Koreyê, dixwaze hejmona xwe li ser vê herêmê jî ferz bike.

Beşdarbûna welatên Ewropî yên wekî Almanya û Îtalyayê di manowrayên deryayî yên mezin ên (Rim of the Pacific - RIMPAC) de hatiye nîşandan. Li gorî nêrîna Koreya Bakur, ev yek nîşaneya wê ye ku NATO dixwaze şiyana xwe ya operasyonên leşkerî li her derê cîhanê û di her kêliyê de nîşan bide.