Korbenda Perwerdeyê: Sîstema perwerdeyê ya Kurdistanê ber bi nûjenbûnê ve diçe

Hewlêr (K24) – Çaremîn Korbenda Perwerdeyê ya Kurdistanê ku du rojan berdewam kir, bi dawî bû. Korbend bi amadebûna nûnerên sektora perwerdeyê yên ji çendîn welatan birêve çû û tê de pênc panel bi mijarên cuda hatin pêşkêşkirin.

Korbenda Perwerdeyê ya Kurdistanê (KEF) di roja xwe ya duyem de bi beşdariya nûnerên UNESCO, UNICEF û pisporên warê perwerdeyê yên ji welatên cuda, li paytext Hewlêrê berdewam kir. Di korbendê de mijara sereke nûjenkirina sîstema xwendinê û guncandina wê bi daxwazên serdemê re bû.

Şêwirmendê Koleja Îmaratê ya ji bo Perwerdeyê, Dr. Osama Ubeydat, beşdarî panelên korbendê bû û destnîşan kir ku sîstema perwerdeyê ya li Herêma Kurdistanê di pêvajoyeke geşepêdanê de ye. Ubeydat got: "Sîstema perwerdeyê li vir sal bi sal ji aliyê kalîte, sîstem û şiyanên mamosteyan ve pêş dikeve. Bikaranîna zîrekiya destkird (AI) di dibistanan de mînakeke girîng a vê nûjenkirinê ye."

Seroka Ofîsa Hewlêrê ya rêxistina UNICEFê Peta Barnes, di forumê de bal kişand ser hevkariya wan a bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re. Barnes diyar kir ku kalîteya perwerdeyê li Kurdistanê bi berdewamî ber bi pêş ve diçe û got: "Em wek UNICEF kar bi Wezareta Perwerdeyê re dikin, da ku em encamên perwerdeyê ji bo zarokan baştir bikin. Ev korbend wek geştekê ye ku em hîn negihîştine armanca dawî, lê em di rêyeke rast de ne."

Di roja duyem a korbendê de, gotûbêj ne tenê li ser kêşeyên perwerdeyê, lê belê zêdetir li ser çareseriyên stratejîk hatin kirin. Armanc ew e ku sîstema perwerdeyê ya Kurdistanê li gel guhertinên teknolojîk û gerdûnî were guncandin. Tê payîn ku encam û pêşniyarên di vê korbendê de derdikevin, bibin beşek ji plana stratejîk a Wezareta Perwerdeyê ji bo salên dahatû.