Konsulê Almanyayê: Enfala Barzaniyan di dîroka gelê Kurdistanê de bîranîneke tal e

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê, di salvegera Enfala Barzaniyan de sersaxî ji Serok Barzanî re xwast û ew karesat wek bîranîneke tal di dîroka gelê Kurdistanê de binav kir.

Baregeha Barzanî îro 1ê Tebaxa 2026an belav kir, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê Albrecht von Wittke kir, ku bi helkefta bidawîhatina erkên xwe û xatirxwestinê û her wiha ji bo nasandina Christian Ulfke, Konsulê Giştî yê nû yê welatê xwe li Hewlêrê, serdana Serok Barzanî kiribû.

Di destpêka hevdîtinê de, Konsulê Almanyayê bi helkefta 43emîn salvegera Enfala Barzaniyan sersaxî û hevxemiya xwe ji Serok Barzanî re ragihand û ew karesat wek bîranîneke tal di dîroka gelê Kurdistanê de binav kir. Her wiha spasiya hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir, ku di dema karkirina wî ya li Hewlêrê de, alîkar û hevaheng bûne û karkirina li Herêma Kurdistanê wek ezmûneke dewlemend binav kir.

Albrecht von Wittke, tevî amajekirina bi peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê, hêvî kir ku ew peywendî berdewam bin û her wiha tekezî li ser berdewamiya piştgiriya welatê xwe ji bo karkirin û hevahengiyê bi Hikûmeta Herêmê û Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê re di rûbirûbûna terorê de kir.

Di heman hevdîtinê de, Serok Barzanî tevî derbirîna spasî û pêzanînên xwe ji bo Albrecht von Wittke, xêrhatina Konsulê nû yê Almanyayê Christian Ulfke kir û di erk û karên wî de serkeftin jê re xwest.

Her wiha spasiya gel û hikûmeta Almanyayê kir ku di rojên tengav û di şerê dijî terorîstan de piştgirê Pêşmerge û gelê Kurdistanê bûne. Serok Barzanî daxwaza kûrkirin û pêşxistina peywendî û dostaniya her du aliyan di warên cuda de kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de ronahî hate xistin ser rewşa siyasî û ewlekarî ya Iraqê û her wiha guhertin û rageşiyên navçeyê û metirsiyên serhildana teror û tundrewiyê li Rojhilata Navîn.

Herwiha di vê hevdîtinê de derbarê proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê, rewşa Kurdan li Sûriyeyê û proseya aştiyê li Tirkiyeyê de gotûbêj hatin kirin.