Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Her yek ji Sûriye û Urdinê bi rengekê fermî hikûmeta Iraqê ji metirsiya liv û tevgera milîsên alîgirên Îranê li ser sînorên xwe agahdar kir û hişyarî da ku her êrîşeke ji nav axa Iraqê ve li ser wan bê kirin, ew dê bi bersivdana serbazî rûbirûyî wê bibin.

Çavkaniyên haydar ragihandiye ku aliyê Sûriyeyê bi rengekê rasterast peywendî bi berpirsên Iraqê re kiriye û tê de amaje bi wê yekê kiriye ku wan liv û tevgera milîsan li nêzîk sînorê navbera her du welatan ditiye. Şamê hişyarî daye ku "her êrîşeke ji nav axa Iraqê ve dest pê bike, dê bi bersivdaneke tund re rûbirû bibe" û daxwaz ji Bexdayê kiriye ku rêkarên pêdivî ji bo rêgirtina li bikaranîna axa Iraqê li dijî ewlekariya Sûriyeyê bi cih bîne.

Ji aliyekî din ve jî, çavkaniyeke fermî ya Urdinî ragihand ku Emanê Bexda haydar kiriye ku zanyar di destê wan de hene, li ser hebûna planên milîsên alîgirên Îranê bo armancgirtina axa Urdinê. Urdinê bi eşkereyî ji aliyê Iraqî re ragihandiye ku di îhtîmala her êrîşekê de, ew dê bi rêya serbazî bersiva wan koman bidin û li benda desthilatdarên Iraqê ne ku rêyê li ber van gefan bigirin.

Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê li roja Pêncşemê, 16ê Tîrmeha 2026ê, di daxuyaniyekê de ragihand ku wan bizaveke qaçaxçîtiya barekî çek û moşekan li ser sînorê Sûriye û Iraqê pûç kiriye, û amaje bi wê yekê jî daye ku di lêkolînên destpêkê de derketiye ku wan xwestiye wî barî bi rêya axa Sûriyeyê bo Hizbullahê veguhêzin.

Wezareta Navxwe cihê desteserkirina wî barê çekan û hejmara kesên tevlîbûyî eşkere nekiriye, herwesa ti daxuyaniyek jî ji aliyê Iraq û Hizbullahê ve li ser wê rûdanê nehatiye ragihandin.