Iraqê nûçeyên li ser dadana balafireke Amerîkayî li Eyn Esedê red kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ew nûçe red kirin ên ku di hin medya û torên civakî de li ser dadana balafireke Amerîkayî li bingeha esmanî ya Eyn Esedê hatibûn belavkirin.

Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê Ferîq Seid Mein îro (Yekşem, 2ê Tebaxa 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku ew nûçe bi temamî dûrî rastiyê ne û pişta xwe bi ti zanyar û datayên fermî girê nedane.

Her di wê daxuyaniyê de, Şaneya Ragihandina Ewlehiyê daxwaz ji dezgehên ragihandinê û bikarînerên torên civakî dike ku di dema veguhestina zanyaran de hûr bin, pişta xwe bi çavkaniyên fermî girê bidin û nekevin pey proganda û nûçeyên bêbingeh.