Serok Barzanî cejna Çileyê Havînê li Êzidiyan pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî cejna Çilê Havînê li Êzidiyan pîroz dike û hêviyê dixwaze ku hemî cejn û helkeftina bi aramî û hêminî derbaz bikin.

Baregayê Barzanî îro (Yekşem, 2ê Tebaxa 2026ê) peyama Serok Barzanî belav kir ku tê de hatiye, “Bi helkefta Cejna Çilê Havînê ya xûşk û birayên Êzidî, ez pîrozbahiyeke germ li Civata Ruhanî, oldar û hemû Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê dikim.”

Serok Barzanî di peyama xwe de herwesa gotiye: “Ez hêvî dikim xwişk û birayên Êzidî hemû cejn û helkeftên xwe di aramî û tebayiyê de derbas bikin.”

Peyama Serok Barzanî ji bo Cejna Çileyê Havînê ya Kurdên Êzidî
Bi navê Xudayê mezin û dilovan

Bi helkefta Cejna Çilê Havînê ya xûşk û birayên Êzidî, ez pîrozbahiyeke germ li Civata Ruhanî, oldar û hemû Êzdiyên Kurdistanê û cîhanê dikim.
Ez hêvî dikim xwişk û birayên Êzidî hemû cejn û helkeftên xwe di aramî û tebayiyê de derbas bikin.

Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de.

 

Mesûd Barzanî

2ê Tebaxa 2026