Iraq: Dadgeha Resafeyê 20 milyar dînarên diziyê bo xezîneya dewletê vegerehandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Lêkolînê ya Resafeyê li bajarê Bexdayê karî 20 milyar dînarên Iraqî, ku bi rêya gendelî û fêlbaziyê hatibûn birin, bo xezîneya dewletê vegerîne.

Dadgeha Lêkolînê ya Resafeyê, ku girêdayî dosşeyên destpakî û sipîkirina pereyan e, îro (Yekşem, 2ê Tebaxa 2026ê) ragihand ku wan dest daniye ser 20 milyar dînaran, ku bi rêya gendeliya îdarî hatibûn birin.

Li gorî daxuyaniya dadgehê, wergirtina wî pereyî di çarçoveya lêkolînên li ser tawanên gendeliya darayî, îdarî û fêlbaziya darayî de bûye. Dadgehê tekez kiriye ku rêkarên qanûnî li dijî wan kesên ku zêdegavî kiriye, ku rêyên neqanûn bo bidestxistina qezancê bikar tînin û zirarê dighînin darayiya giştî, dê berdewam bin.

Ev pêngava Dadgeha Lêkolînê ya Resafeyê di demekê de ye ku li berbanga roja Yekşemê, 28ê Hezîrana 2026ê, hêzên ewlehiyê û Dezgeha Dijeterorê bi hevahengî ligel Encûmena Bilind a Dadweriyê, operasyoneke berfireh li bin navê "Kempeyna Berbangê" dest pê kiribû, û di wê kempeynê de hejmareka berpirsên bilind û kesatiyên siyasî hatibû girtin.