Kampa Mexmûrê tê daxistin
Akinciyên Kampa Mexmûrê vedigerin warên xwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Li dû pejirandina qanûneke girêdayî pêvajoya aştiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê, biryara girtina Kampa Mexmûrê hat dan. Di navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê de lihevkirinek çê bûye daku 16 hezar welatiyên li nav kampê vegerin û ev dosye bi temamî bê girtin.
Rojnameya "Nefes"ê ya Tirkî belav kiriye ku piştî pejirandina "Qanûna Çarçoveyî" li parlamentoyê, pêvajoya valakirina Kampa Mexmûrê û çareserkirina dosyeya endamên PKKê dest pê dike. Ev qanûna nû, ku wekî pêngaveke yekalîker tê dîtin, rêyê li ber vegera 16 hezar welatiyên Tirkiyeyê, ku niha di nav kampa Mexmûrê de dijîn, vedike.
Li gorî wê nûçeyê, ev qanûn tenê akinciyên kampa navborî venagire, di eynî demê de endamên PKKê yên li çiyayan û baskê Ewropayê yê wê rêxistinê jî vedigire. Herwesa hatiye diyarkirin ku di navbera Enqere, Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de lihevkirineke temam ji bo vegerandina akinciyên wê kampê çê bûye.
Herwesa raporteke hûr ji bo Serokatiya Komarê û wezaretên peywendîdar jî hatiye pêşkêşkirin, ku tê de nexşerêya vegerandin û tevlîkirina sivîlan di nav civakê de û şandina welatiyên biyanî bo welatên wan hatiye destnîşankirin.
Li ser wan 2 hezar endamên PKKê yên ku di nav kampê de ne, lêkolînên ewlehiyê dê bên destpêkirin. Ew kesên ku dixwazin vegerin û feydeyî ji qanûna nû werbigirin, piştî qedandina pişkinînên ewlehiyê, biryar dê li ser dosyeyên wan bê dan, daku bi temamî dawî bi hebûna çekdarî û dosyeya Kampa Mexmûrê bê anîn.