Mosko: Parlementerekî Kurd ê Rûsyayê di teqînekê de birîndar bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Li paytexta Rûsyayê, Moskoyê, di encama teqînekê li xwaringehekê de, 5 kesan canê xwe ji dest dan û 19 kes jî birîndar bûn. Di nav birîndaran de parlementerê Kurd ê Rûsyayê Zelîmxan Mutsoyêv jî heye.
Li kolana Kudrînskoy a Moskoyê, di xwaringeheke Îtalî de teqîneke mezin pêk hat. Teqîn di dema şîveke taybet de çêbû ku ji bo pîrozkirina 55 saliya Fermandarê Giştî yê Hêzên Asmanî yên Rûsyayê, General Alêksander Çayko hatibû amadekirin.
Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, parlementerê Kurd ê li Parlementoya Rûsyayê (Duma) Zelîmxan Mutsoyêv, yek ji mêvanên vê şîvê bûye. Di dema teqînê de Mutsoyêv birîndar bûye, lê niha rewşa wî ya tenduristiyê baş e û di bin çavdêriya bijîşkî de ye.
Li gorî medyaya Rûsyayê, teqîn bi rêya jineke ku karê "delivery" (belavkirina xwarinê) dikir pêk hatiye. Wê jinê kartoneke pêçandî wekî "diyarî" ji bo General Çayko anîbû. Gava jinikê xwestiye bikeve hundir, parêzvanekî rê li ber girtiye û di wê kêliyê de bombe teqiyaye. Di encamê de jinika karker, parêzvan û kesekî din di cih de tên kuştin. Du birîndarên din jî paşê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan.
Komîteya Niştimanî ya Dijî Terorê ya Rûsyayê ragihand, bombe "destçêkirî" bûye û di hundirê wê de nêzî kîlogramek "TNT" hatibû bikaranîn. Di nava birîndaran de, 8 parlementer, çendîn berpirsên leşkerî û ewlehiyê hene. Hat diyarkirin ku birîna 6 birîndaran giran e û dermanê wan berdewam dike.
Heta niha ti aliyekî bi fermî berpirsyariya vê êrîşê negirtiye ser xwe, lê lêkolînên dezgehên ewlehiyê yên Rûsyayê berdewam dikin.