Şandeya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Ocalan re ji Îmraliyê vegeriya

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), piştî hevdîtineke sê saetan a bi Abdullah Ocalan re, ji Girava Îmraliyê vegeriya.

Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervin Buldan, Mithat Sancar û parêzer Faik Ozgur Erol, îro 2ê Tîrmehê serdana Girava Îmraliyê kirin. Şandeyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtineke ku sê saetan berdewam kir, pêk anî û piştre ji giravê vegeriya.

Tê payîn ku Şandeya Îmraliyê sibe derbarê naveroka hevdîtinê û peyamên Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke fermî bide raya giştî û hûrguliyên hevdîtinê parve bike.

Ev serdan di demekê de tê, tê payîn ku di nava vê hefteyê de pêşniyaryasaya ku wekî "Yasaya Çarçoveyê" tê naskirin, pêşkêşî Parlementoya Tirkiyeyê (TBMM) were kirin. Ev yasa wekî bingeha hiqûqî û bingehîn a ji bo birêvebirin û pêşxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê tê hesibandin.