Îran: Danûstandinên bi Omanê re di qonaxa dawî de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê ragihand, danûstandinên di navbera Tehran û Meskatê de ber bi dawîhatinê ve diçin. Her wiha hat diyarkirin ku rêvebirina Tengava Hurmizê dê di destê Îranê de be.

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araçî îro 2ê Tebaxa 2026an diyar kir, peywendiyên wan ên bi Omanê re derbarê ewlehiya Tengava Hurmizê de di qonaxeke gelekî pêşkeftî de ne.

Ji aliyê xweve,Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî destnîşan kir ku rêveberiya Tengava Hurmizê dê bi şêwirmendiya Omanê û bi diyaloga bi welatên navçeyê re di destê Îranê de be. 

Beqayî aşkere kir, li ser rêreweke deryayî ya bi temamî nû li hev kirine ku ne wek rêrewên berê ye, da ku ewlehiya gemiyan were parastin.

Beqayî hişyariyeke tund da Amerîkayê jî û got: "Heke Amerîkî li pey serpêhatiyên nû bin, dê bersiveke tund û guncayî werbigirin."

Herwiha Beqaî aşkere kir, di nava 24 saetên dawî de rayedarên Brîtanya, Bulgaristan û Ukraynayê bi peywendiyên telefonî ji Tehranê re ragihandine ku ew naxwazin bibin perçeyek ji şer an jî pevçûnên li dijî Îranê.