Medyaya Îsraîlê: Lihevkirina pêşniyarkirî ya Amerîka û Îranê ji bo 60 rojan e
Navenda Nûçeyan (K24) – Kanala 12 ya Îsraîlê aşkere kir, di navbera Washington û Tehranê de pêşniyareke peymanê ya ji bo 60 rojan heye. Li gorî peymanê dê agirbest were ragihandin û Tengava Hurmizê ji bo trafîka deryayî were vekirin.
Li gorî zanyariyên ku Kanala 12 ya Îsraîlê belav kirine, Amerîka û Îran li ser peymaneke demkî ya 60 rojan gotûbêjan dikin. Ev peyman ji bo kêmkirina rageşiya li navçeyê û vekirina rêyên bazirganiyê wekî gaveke krîtîk tê dîtin.
Di raporta kanalê de hat diyarkirin, peymana pêşniyarkirî van xalên girîng li xwe digire:
- Agirbesta 60 rojan: Di navbera her du aliyan de şer û êrîş ji bo du mehan rawestin.
- Vekirina Tengava Hurmizê: Ev tengava stratejîk dê ji bo gemiyan were vekirin û di vê heyamê de ti bac an jî rismên gumrukê ji gemiyên bazirganî nayên standin.
- Destpêkirina danûstandinan: Washington û Tehran dê li ser bingeha yadastnameyeke hevtêgihiştinê ya hevbeş, dîsa vegerin ser maseya diyalogê.
Hat ragihandin ku niha her du alî li ser hûrguliyên dawî yên vê rêkeftinê mijûlî gotûbêjan in.
Kanala 12 her wiha aşkere kir ku beriya biryara rawestandina operasyonan, Îsraîlê planeke leşkerî amade kiribû da ku navendên enerjiyê û binesaziya stratejîk a di hundirê axa Îranê de bike armanc. Lê belê bi pêşketinên dîplomatîk re ev plan hatiye sekinandin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li ser hesabê xwe yê tora civakî X derbarê peymana nû de daxuyaniyek da û diyar kir, ev yadastnameya hevtêgihiştinê ya nû, dê di pêşerojê de bibe bingeha peywendiyên derve yên Îranê û dê asta ewlehiya Îranê, ya navçeyê û ya hevpeymanên wan bilindtir bike.