Raportek: Îsraîl ji hilweşandina êrîşên li ser Îranê nîgeran e
Navenda Nûçeyan (K24) – Hilweşandina êrîşa leşkerî ya Amerîkayê li dijî Îranê di xuleka dawî de, li navendên leşkerî û ewlehiyê yên Îsraîlê bûye sedema şepêleke nerazîbûn û bêhêvîtiyê. Di heman demê de Tehran radigihîne ku Tengava Hurmizê girtî dimîne.
Li gorî raporteke Kanala Kan a Îsraîlê, rayedarên bilind ên ewlehiyê diyar kirine ku reftarên "nediyar" ên Donald Trump, planên wan ên stratejîk têk dibin. Hat ragihandin ku ev cara duyem e di nava hefteyekê de ku Amerîka berî êrîşeke mezin Îsraîlê agahdar dike, lê di kêliya dawî de bêyî ti daxuyaniyekê biryarê hildiweşîne.
Berpirsên Îsraîlî ditirsin ku Tehran bi van paşvekişandinên Trump hesiyabe ku Washington naxwaze bikeve şerekî nû. Herwiha li Tel Avîv nîgeran e ku bandora welatên Ereb, bi taybetî ya Siûdiye, li ser biryarên Koşka Spî ji ya Îsraîlê bihêztir be. Rayedarên Îsraîlî dibêjin: "Di bin van şert û mercan de, zehmet e em planên leşkerî yên cidî ji bo paşerojê amade bikin."
Tevî ku Îsraîlê asta amadebaşiya xwe hinekî kêm kiriye jî, efserên artêşê hişyarî didin ku divê mijara sereke ne tenê Tengava Hurmizê, lê belê "bernameya atomî ya Îranê" be. Rojnamevanê Îsraîlî Guy Azrîêl jî bal kişand ser wê yekê ku dibe ku êrîş tenê hatibe paşxistin, da ku derfetekê bidin dîplomasiyê, lê bijardeyên leşkerî hîn jî li ser maseyê ye.
Li aliyê din, Îranê gotinên li ser gihîştina peymaneke nû bi tundî red kirin. Ajansa Fars a Îranî ragihand: "Heta ku Amerîka dest ji reftarên xwe yên dijminane bernede, Tengava Hurmizê dê bi rûyê gemiyan de girtî bimîne."
Ev geşedan piştî daxuyaniya Donald Trump a li ser tora civakî "Truth Social" hat ku tê de gotibû, wî bi daxwaza Îran û hinek welatên navçeyê êrîş rawestandine, da ku derfetekê bidin rêkeftineke siyasî.