NY ji Kurdistan24ê re: Divê li Şingalê dadperwerî pêk were

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Farhan Haq di 12emîn salvegera komkujiya Êzidiyan de ragihand, ji bo dabînkirina aştiyeke mayînde, divê koçber bi daxwaza xwe û bi rûmet vegerin ser axa xwe.

Farhan Haq îro 3ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê, bal kişand ser 12emîn salvegera êrîşên hovane yên DAIŞê yên li ser Êzidiyan û diyar kir, ew rêz li bîranîna qurbaniyan digrin û hevxemê rizgarbûyî û malbatên windayiyan in.

Herwiha Haq got, Neteweyên Yekgirtî rêzê li berxwedan û wêrekiya pêkhateya Êzidî digre û tekeziyê li ser giringiya darizandina tawanbaran û pêkanîna dadweriyê dike.

Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY amaje bi wê jî kir, ji bo ku aştiyeke mayînde li herêmê pêk bê, divê koçber bi dilxwazî û di nav ewlehiyê de vegerin Şingalê.

Haq bal kişand ser wê yekê ku pêkanîna aştiyeke mayînde; pêwîstiya wê bi vegera koçberan a bi dilxwazî, ewle û bi rûmet, pêşxistina proseya avakirin û lihevanînê li Şingalê û rêgirtina li dubarebûna tawanên bi vî rengî heye.