Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed sibe bi Serokê Sûriyeyê re dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê got, biryar e sibe Sêşemê, hevdîtineke fermî di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê, Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser û Serokê Sûriyeyê de were kirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Ekrem Salih îro 3ê Tebaxa 2026an da zanîn, sibe Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Berpirsa Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, civîneke hevbeş bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re pêk tînin.

Ev yek di demekê de ye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Şamê bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re civiyabû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, di civînê de Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Hesen Şeybanî jî amade bû, tê de peywendiyên Sûriyeyê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatin nirxandin û tekezî li ser giringiya berfirehkirina hevkariya hevbeş di warên cihêreng de, bi taybetî di warê aborî de hat kirin.

Her wiha di beşeke din a civînê de, derbarê geşedanên dawî yên rewşa herêmê de nêrîn hatin guhertin. Di vê derbarê de her du aliyan daxwaza xurtkirina ewlehî û aramiyê, berfirehkirina hevkariya herêmî û çareserkirina aştiyane ya kêşeyan kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di tewereke din a civînê de hat destnîşankirin ku divê di "Sûriyeya Nû" de mafên hemû pêkhateyan parastî bin. Her wiha Serokê Sûriyeyê spasiya Herêma Kurdistanê kir ji bo pêşwazîkirin û hewandina penaberên Sûriyeyê di dema şer de û diyar kir ku Sûriye bi giringî li rola Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre.