Bin Selman û Erdogan rewşa ewlehiyê ya Deryaya Sor gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Şazadeyê Cînişîn ê Erebistana Siûdiyê Mihemed bin Selman, di peywendiyeke telefonî de ewlehiya Deryaya Sor û avakirina hevpeymaniyeke deryayî ya parastinê gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Siûdiyê, Şazadeyê Cînişîn û Serokwezîrê Siûdiyê Mihemed bin Selman bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re bi telefonê axivî. Di peywendiyê de pêşxistina têkiliyên dualî û geşedanên dawî yên li herêmê hatin nirxandin.

Yek ji mijarên sereke yên her du serokan, ewlehiya deryavanî ya li Deryaya Sor bû. Serokkomar Erdogan careke din êrîşên Hûsiyên Yemenê li ser gemiyên bazirganî şermezar kir û piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo Siûdiyê nîşan da.

Erdogan herwiha bixêrhatina avakirina "Hevpeymaniya Deryayî ya Berfireh a Parastinê" kir ku di bin serkêşiya Siûdiyê de tê avakirin. Erdogan hêvî kir ku ev hevpeymanî di parastina xetên veguhastina enerjiyê û ewlehiya deryayî de serkeftî bibe.

Li aliyê din, Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê ragihand, her du serokan li ser plana aştiyê ya li kerta Xezzeyê jî axivîne. Erdogan destnîşan kir ku ji bo serkeftina proseyê, divê Îsraîl bi temamî pabendî "nexşerêya aştiyê" û qonaxa duyem a plana Xezzeyê bibe.

Erdogan herwiha hevxemiya Tirkiyeyê ji bo Siûdiyê nîşan da û êrîşên ku axa wî welatî dikin armanc şermezar kirin. Herwiha tekez kir ku Enqere dê ji bo dabînkirina aramî û aştiyeke mayînde li seranserê herêmê xebatên xwe berdewam bike.

Di dawiya peywendiyê de her du aliyan li ser giringiya hevahengiya zêdetir a ji bo ewlehiya Rojhilata Navîn li hev kirin.