Hevpeymaniya Mesihî: Serok Barzanî û Kurdistan bo pêkhateyan penageheke aram bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Mesihî di salvegera 93ê ya Roja Şehîdên Aşûrî de daxuyaniyek belav kir û tê de pesna helwestên dîrokî yên Serok Mesûd Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku di demên herî dijwar de ji bo parastina rûmeta xiristiyanan û hemî pêkhateyên nîştimanî bûn penageheke aram.
Sekretêrê Giştî yê Hevpeymaniya Mesihî Ano Cewher Ebdoka îro (Înî, 7ê Tebaxa 2026ê) di peyamekê de diyar kir ku roja 7ê Tebaxê bibîranîna şehîdên komkujiya Sêmêlê ya sala 1933ê ye; karesatek e ku yek ji rûpelên herî biêş ên dîroka hevçerx a Iraqê ye û birîneke kûr di wijdana mirovahiyê de hiştiye.
Hevpeymaniya Mesîhî di wê peyamê de amaje bi wê yekê jî kir ku ew wê neheqiya ku li wan hatibû kirin û wan kesên piştgirî da wan ji bîr nakin. Wî tekez jî kir ku bilindtirîn nîşana vê fedakariyê jî helwesta Serok Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistanê bû, ku di dema girtina hemî rêyan de, dergehên xwe ji bo pêkhateyan vekirin û bûn ronahiyek di nav tarîtiyê de.”
Hevpeymaniya Mesihî bal kişand ser wê yekê jî ku karesata Sêmêlê hişyariyeke zû bû li dijî çandina tovê kîn û nefretê, lê mixabin di salên paşê de Iraqê dersên pêdivî ji vê karesatê wernegirtin. Ji ber wê yekê jî karesat li ser pêkhateyên din ên neteweyî, olî û mezhebî jî wekî Kurd, Turkmen, Êzîdî, Xiristiyan, Şebek û Kakaiyan dubare bûn ku mînaka herî dawiyê jî karesata li ser destê terorîstên DAIŞê li parêzgeha Neynewayê bû.
Hevpeymaniya navborî tekez jî kir: “Bibîranîna Roja Şehîdên Aşûrî îsal bi salvegera 12ê ya koçberkirin û nehêlana etnîkî hevdem e, ku li dijî zarokên gelê me – li kêleka birayên me yên li hundirê welat ji Êzîdî, Kakayî û pêkhateyên din – li ser destê terorîstên DAIŞê li Neynewayê.”
Herwesa got: “Ev yek li ser berdewamiya çanda kîn û nefretê û nehêlana mafê hevpariya welat belgeyek e, ku di her serdemekê de çermê xwe diguherîne, lê her wê jehra kujek hildigire ya ku laşê welat tûşî birînên kûr dike ku bi zehmetî derman dibin.”
Di wê peyamê de hat piştrastkirin jî ku dîrokê îspat kiriye ku welat bi zordarî, komkujî û tirsandinê bi rê ve naçin û bi çekan tenê nayên parastin; belkî ewlehiya rastîn bi rêya edaletê, hevpariya rastîn û rêzgirtina li cihêrengiyê pêk tê. Parastina van cihêrengiyan ne xêrek e ji aliyê kesekî ve, belkî erkê destûrî, exlaqî û nîştimanî ye.
Di dawiya wê peyamê de jî, Hevpeymaniya Mesihî bang li xort û ciwanên welat kir ku serbor û êşên borî ji bo avakirina paşerojê bikin hêz û îrade. Herwesa hat tekezkirin jî ku xelata herî baş ji bo şehîdan ew e ku em nebin hêsîrên dema borî, belkî ji bo wê axa ku bi xwîna wan sor bûye wefa bin.