Efkan Ala: Tirkiye pêngavên kiryarkî bo bidawîanîna şer û çekdanînê diavêje
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê ragihand ku Tirkiye pêngavên kiryarkî ji bo bidawîanîna şer û aloziyan û çekdanînê diavêje. Eşkere jî kir ku zêdetir ji 360 parlamenteran ji partiyên cuda piştgiriya pêşniyara qanûna ggirêdayî vê pêvajoyê dikin.
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Pêşxistinê ya Tirkiyeyê (AK Partî) Efkan Ala di daxuyaniyekê de ji bo medyaya welatê xwe ragihand: "Tirkiye dawiyê li şer û aloziyan tîne û rêkarên girêdayî hilweşandina wê rêxistinê û destberdana ji çekan dadimezirîne."
Efkan Ala zelal jî kir ku bi spartina tomarkirin û destnîşankirina vê pêvajoyê ji bo saziyên dewletê, rê xweş dibe ku welat bi yekîtî, tebayî û aramiya xwe li ser rêya xwe berdewam be û got: "Ji vê baştir çi heye?"
Li ser pirsyareke girêdayî awayê birêveçûna pêvajoya aştiyê ji niha û pê de, Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê destnîşan kir ku pêşniyara wê qanûnê bi piştgiriyeke gelek mezin a siyasî pêşkêşî parlamentoyê hatiye kirin û diyar kir ku AK Partî û MHPê ji destpêkê ve heta niha serpereştiya pêvajoyê kiriye.
Efkan Ala eşkere jî kir ku ji bilî AK Partî û MHPê, parlamenterên di nav DEM Partî, CHP, Huda Par û parlamenterên serbixwe ligel partiyên din pêşniyara wê qanûnê îmza kiriye û ragihand: "Em wesa difikirin ku hejmara piştgiran ji 360 parlamenteran jî derbaz dibe. Piştgiriyeke gelek girîng a siyasî heye û piştgiriya civakî jî di asteke gelek bilind de ye."
Di dawiya daxuyaniya xwe de Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê got: "Di wê xala ku em niha gihîştinê de, Tirkiye ber bi pêş ve diçe û pêngavan ji bo rizgarbûna bi temamî ji vê pirsgirêkê diavêje. Ev yek di berjewendiya 86 milyon welatiyên me de ye û hinek tişt hene ku biratiya 86 milyon kesan misoger dikin."