Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê: Em tevlî şerên deverê nabin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê ragihand ku niha ti hevkariyeke Iraqê ligel şêwirmendên Îranî nîne, û tekez jî kir ku Bexda meyldarî siyaseta bêalîtiyê ye û nakeve nava pevçûn û şerên deverê.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan di daxuyaniyeke televîzyonî de ragihand ku tevgera hêzên Sûriyeyê li ser sînorên hevpar ji bo tijîkirina valahiya ewlehiyê li çend xalên sînorî, bi armanca bihêzkirina ewlehî û parastina sînoran, li ser daxwaza fermî ya Iraqê bûye.
Numan amaje bi wê yekê jî kir ku dîtina Serokwezîr li ser wê bingehê ye ku avakirina aboriyeke bihêz pêdivîtî bi jîngeheke ewlehiyê ya cîgir heye. Navborî tekez jî kir ku biryara şer û aştiyê biryareke serweriyê ye û tenê di destê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de ye, û rê nayê dan ku ti aliyek biryarên xwe li ser hikûmeta Iraqê bisepîne.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar eşkere jî kir ku Iraq nabe çavkaniya ti êrîşekê li ser welatên cîran, bi eynî awayî jî rê nade ku ti êrîşek axa wê bike armanc. Wî hişyarî jî da ku hikûmet dê rêkarên qanûnî yên tund li beramberî her kesekî bi cih bîne, ku bê selimandin ku destê wî di plankirin an kirina her karekî de hebe ku bi rêya axa Iraqê gefan li welatên cîran bike.
Sebah Numan tekez jî kir ku Serokwezîr bi tundî siyasîkirina dosyeya ewlehiyê yan destwerdana siyasî di karên saziyên ewlehiyê de red dike. Navborî piştrastî da ku sînorên Iraqê ligel welatên cîran, bi taybetî ligel Sûriye û Urdinê, bi temamî hatine parastin û Iraq dê li ser siyaseta bêalîtiyê berdewam be, ji bo parastina ewlehî, cîgirî û serweriya xwe.
Ev gotinên Sebah Numan di demekê de ne ku çavkaniyekê ji Fermandariya Operasyonên Hevpar ên Iraqê duhî (Pêncşem, 6ê TEbaxa 2026ê) ragihand ku biryara bilindkirina asta amadebaşiya ewlehî û şer ji bo hêzên ewlehî û leşkerî ji aliyê Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Elî Zeydî ve, ji bo hebûna gef û metirsiyên komên milîs li ser Erebistana Siûdî û Amerîkayê vedigere.
Wê çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku zanyarên hewalgirî hene ku komên milîs ên girêdayî "Eniya Miqawemeyê" di demên bê de êrîşî ser berjewendiyên Erebistana Siûdiyê bikin, wekî bersivek ji bo wan êrîşên hefteya borî yên li ser hêzên Heşda Şebî û komên Eniya Miqawemeyê hatibûn kirin.
Navborî eşkere jî kir ku pêştir wan koman ragihandibû ku piştî bidawîbûna merasîma Çiliya Îmam Husên dê bersiva êrîşên Erebistana Siûdiyê bidin; ji ber wê jî hêzên ewlehiyê li navxweya Iraqê ketine rewşa amadebaşiya temam.