Xerazî: Pizîşkiyan 28 caran daxwaza destvekişandinê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Îranî aşkere kir, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan heta niha 28 caran gefa destvekişandinê xwariye û Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî jî hişyariya "qebûlkirina destvekişandinê" daye wî.

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Îranî Mihemed Baqir Xerazî ku yek ji kesên nêzîkî malbata Rêberê Bilind Elî Xameneyî ye ragihand, ji destpêka erkê xwe ve û heta niha Pizîşkiyan bi awayekî fermî yan nefermî 28 caran gefa destvekişandinê xwariye. 

Li gorî gotina Xerazî, nakokî gihîştine asteke wisa ku Elî Xameneyî hişyariyeke daye Pizîşkiyan û jê re gotiye: "Heke tu careke din daxwaza destvekişandinê bikî, dê daxwaza te were qebûlkirin." 

Tê diyarkirin ku piştî vê peyama tund a Xameneyî, Pizîşkiyan û tîma wî paşve gav avêtine û êdî behsa destvekişandinê nakin.

Xerazî herwiha aşkere kir ku di navendên giring ên biryardanê de guhertinên rîşalî di rê de ne. Li gorî îdîaya wî, Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî Mihemed Baqir Zulqedir dê ji postê xwe were dûrxistin û li şûna wî Şêwirmendê Leşkerî yê Rêber, Muhsin Rezayî were danîn.

Her li gorî zanyariyên Xerazî, Wezîrê Derve Ebbas Araqçî êdî nayê hiştin ku destwerdanê di dosyaya danûstandinên atomî de bike.

Ev daxuyaniyên Xerazî di nav rayagiştî ya Îranê de deng vedaye. Rojnamevan û çalakvanê siyasî yê naskirî Ehmed Zeydabadî daxwaz kir ku saziyên fermî rastiya van gotinan aşkere bikin. Zeydabadî rexne li Xerazî girtin û diyar kir ku belavbûna van cure nûçeyan di vê dema hesas de, tenê krîzên nû diafirîne û aramiya siyasî ya welat têk dibe.

Zeydabadî herwiha amaje bi wê kir ku Xerazî berê jî gelek caran gef li reformxwazan xwariye û ev daxuyaniyên wî wekî beşek ji zextên ser hikûmeta Pizîşkiyan nirxand.