Ji ber gefên Hûsiyan 6 gemiyên Siûdiyê rêya xwe guhart

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Reutersê aşkere kir, 6 gemiyên Siûdiyê ji ber tirsa êrîşên Hûsiyan rêya xwe guhertine û li şûna Deryaya Sor, bi dora parzemîna Afrîkayê de diçin.

Li gorî daneyên nexşeyên deryavaniyê yên ku ajansa Reutersê belav kirine, 6 gemiyên Siûdiyê yên ku ji Asyayê vedigeriyan, ji tirsa rûbirûbûna Hûsiyan, rêya xwe ya asayî guhertin. Ev gemî berê xwe nadin Bab El-Mendeb û Deryaya Sor û neçar mane ku bi dora parzemîna Afrîkayê de bizivirin, ku ev yek geşta wan gelekî dirêjtir dike.

Guhertina rêya gemiyan piştî wê yekê tê, koma Hûsiyan a li Yemenê biryara "dorpêça deryayî" li ser Siûdiyê ragihand. Hûsiyan gef xwariye ku her gemiyeke Siûdiyê ya ku di Bab el-Mendeb an jî Deryaya Sor re derbas bibe, dê bibe armanca mûşek û dironên wan.

Beriya niha Hûsiyan bi dehan êrîş biribûn ser saziyên kompanyaya petrolê ya Aramco li bajarên Jîzan, Yenbu û paytext Riyadê.

Wekî bersivdayîna van gefan, firokeyên şer ên Siûdiyê li bendera Hudeyde ya Yemenê çendîn caran li bingehên Hûsiyan xistin. Her wiha di demên dawî de Amerîka û Siûdiyê bi hev re li Iraqê êrîşên asmanî pêk anîn û tê de bi dehan çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û birîndar kirin.

Encûmena Hevkariya Kendavê û Parlementoya Ereban êrîşên Hûsiyan ên li ser axa Siûdiyê bi tundî şermezar kirin. Van saziyan piştgiriya xwe ya tam ji bo hemû pêngavên ku Riyad ji bo parastina ewlehî û aramiya xwe dihavêje, nîşan dan.