Artêşa Sûriyeyê hêzên zêdetir dişîne ser sînorê Iraqê
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Sûriyeyê, bêyî ku sedeman eşkere bike, rewşa amadebaşiya leşkerî ragihand û hêzên xwe yên leşkerî dişîne ser sînorê navbera Sûriye û Iraqê.
Çavkaniyeke taybet îro (Sêşem, 4ê Tebaxa 2026ê) ji Kurdistan24ê re eşkere kir ku artêşa Sûriyeyê, bêyî eşkerekirina ti sedeman, rewşa amadebaşiya leşkerî ragihandiye.
Wê çavkaniyê herwesa got jî ku hevdemî ragihandina amadebaşiyê, rênima bi leşkeran hatine dan ku bi lez vegerin yekîneyên xwe yên leşkerî.
Herwesa li gorî meydiayên Sûriyeyê, Wezareta Berevaniyê ya wî welatî ferman daye hêzên xwe ku derbazî rewşa hişyariyê ya asta (C) bibin û dest bi belavkirina yekîneyên leşkerî li ser sînorê navbera Sûriye û Iraqê bikin.