Hûsiyên Yemenê êrîşî keştiyeke Siûdiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê leşkerî yê Hûsiyên Yemenê ragihand, wan bi mûşekên balîstîk keştiyeke petrolê ya Siûdiyê li Deryaya Sor kiriye armanc. 

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyên Yemenê Yehya Serî îro 5ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de aşkere kir, hêzên wan operasyoneke nû li dijî keştiyên Siûdiyê pêk aniye. Li gorî daxuyaniyê, keştiya petrolê ya bi navê "Wafa" li bakurê Deryaya Sor û li beramberî devera " Yanbu bi mûşekên balîstîk hatiye lêdan.

Serî diyar kir, ev êrîş wek bersivekê li dijî binpêkirina asîmanê parêzgehên Sede û Heceyê ji aliyê Siûdiyê ve hatiye kirin. Herwiha destnîşan kir ku tevgerên bi vî rengî, wekî ku wî got: "bêbersiv namînin."

Rageşî piştî wê yekê zêde bû ku Hûsiyan dorpêça deryayî li ser Siûdiyê li Deryaya Sor ragihand û êrîşî keştiyên wê kirin. Hûsî dibêjin, ev pêngav bersiva wê dorpêçê ye ku Riyadê li ser Yemenê ferz kiriye.

Siûdiye di 30ê Tîrmeha borî de ragihandibû, 14 welat (di nav de Misir, Pakistan, Tirkiye, Qeter, Behreyn, Urdin, Yemen û Bangladeş) li ser avakirina hevpeymaniyeke deryayî ya parastinê ya pirneteweyî li hev kirine. Armanca vê hevpeymaniyê parastina azadiya deryageriyê ye li herêmê.

Wezareta Berevaniyê ya Siûdiyê ragihand, ev hevpeymanî dê bibe sîwaneke fermî ya parastinê li dijî metirsiyên deryayî yên zêdebûyî. Navenda xebatên vê hêzê jî dê her sê rêrewayên deryayî yên stratejîk bin: Tengava Bab el-Mendeb, Deryaya Sor û Kendava Edenê.