Numan Kurtulmuş: Projeqanûna Çarçoveyê bo “Tirkiyeya bê Teror” pêngaveke dîrokî

Numan Kurtulmuş
Numan Kurtulmuş

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Perlemanê Tirkiyeyê pêşkêşkirina Projeqanûna Çarçoveyê ji perlemanê re wekî pêngaveke dîrokî û nimûneyeke bêwêne ya demokrasiyê bi nav kir û ragihand ku ev qanûn dê yekrêzî û biratiya li welat bihêztir bike.

Serokê Perlemanê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş îro (Çarşem, 5ê Tebaxa 2026ê) di derheqa pêşkêşkirina Projeqanûna Çarçoveyê de ragihand ku ew karên li bin banê perlemanê hatine kirin nimûneyeke bêwêne ya demokrasiyê ye, ku "aqlê dewletê û zanatiya gel" tîne cem hev.

Serokê Perlemanê bal kişand ser wê yekê ku ev bizav di çarçoveya armanca gihîştina aştiyê de li Tirkiyeyê tên kirin û got: "Ev kar ji bo bihêzkirina yekrêzî û biratiya me û qayimkirina keleha hundirîn a welatê me qonaxeke giring e."

Ev daxuyaniya Kurtulmuş di demekê de ye ku ew projeqanûn bi rengekê fermî pêşkêşî perlemanê hatiye kirin û tê çaverêkirin di rojên bê de danûstandinên kûr li ser bên kirin, bi armanca çêkirina komdengiyê ji bo çareserkirina arêşeyên hundirîn ên Tirkiyeyê.